Ji Stenbolê 5 hezar hilbijêr bi rê ketin

Rêxistina Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk 5 hezar hilbijêrên bi tevger ji bo bikaranîna dengan ber bi bajarê wan ve şand.

Partiya Çepên Kesk hilbijêrên bi tevger ên li Stenbolê ber bi bajarê ku lê qeydkirî ne şand.

bi pêşengiya Komîsyona Hilbijêrên bi Tevger a Rêxistina Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk 5 hezar hilbijêr bi sedan wesayitî ber bi bajarên lê qeydkirî ve hatin şandin.

Hate ragihandin ku hilbijêr wê di 15'ê Gulanê de ji nû ve li Stenbolê bêne vegerandin.